1. behs û qisetên bûyer û serpêhatiyên bavûkalên kurdan in.. hin jê tirajîk hin jê jî komîk in.. ev çîrok jî bi piranî wekê fablan ji ber tirs û nekarîn an nêwêrîna derbirrîna rasterast sêwirîne û li nav dev û lêvên civakê geriyane.. civaka kurdî ji ber ku civakek e gundî ye piraniya çîrok û çîvanok û meseleyên vê civakê jî li ser faktor û aktorên jiyana gundevaniyê ne.. di van çîrokan de axa û muxtar û key bi piranî bi neheqî û zordestiyê tên sûncdar kirin û şêx û mela û seyda jî bi fehşîtî, doxînsistî, keysparêzî, melaqî û kurtêlxwariniyê tên sûncdar kirin.. her çîrokeka kurdî li gorî herêm û devera xwe taybetmendyên xwe yên karakterîstîk hene.. û eger yekî baş guhê xwe bidêre çîrokekî dikare ji têma û karakterên di çîrokê de herêma ku çîrok jê ye bihêsanî têrderîne.. |
|
06.06.2013 14:03 |
endazer
|
2. 'li gundekî torê melleyê nû hatî, roja înyê xutbê dixwîne. di xutbeya xwe de dema dibêjê ûsîkûm ibadellah, yekî ku navê wiya osê vê gotinê şaş fêm dike, dibêje qey melle gotiye osê kim û gelekî eciz dibe û dibêje melleyê me şerm nekir, di nav ev qas mirov de dijûn kire min. her çi be xem nake.. hefteya din jî gava melleyî heman gotin dubare kir, osê îcar hîn bêtir eciz dibe û biryara xwe dide: heke careke din melle vê gotinê bibêje wê ew bersiva melleyi bide. hefteya sêyemîn jî gava melleyî got Ûsîkum îbadellah
, osê ji nişka ve radibe ser piyan û berê xwe dide mele û dike qîr : |
|
06.06.2013 14:06 |
endazer
|
3. 'radyo nûka derketibûn. yekî goyî ji xwe re radyo sitandibû. wê demê jî li İraqê general ebdulkerîm qasim derbeyeke leşkerî danibû û hatibû ser desthilatiyê. ev general carînan dihate ser radyoyê diaxivî. her dem jî şitexaliya xwe bi silamê dest pê dikir û digot: esselamû eleykûm
di heman demê de li İraqê di bin serokatiya mele mustefa barzanî têkoşîna rizgariya kurdistanê jî dest pê kiribû. ev yê goyî jî yekî niştîmanperwer bû, alîgirê barzanî bû û nefret ji ebdulkerîm qasim dikir. |
|
06.06.2013 14:11 |
endazer
|
4. 'etarokê bajarî barê etariya xwe bar kir û berê xwe da gundan. di rê de eşqiya riya wî girtin. yekî eşqiya jê re got: |
|
06.06.2013 14:12 |
endazer
|
5. 'piştî ku komara tirkiyeyê hat avakirin û qanûna paşnavan hat qebûlkirin, her kes mecbûr ma ku paşnavekî ji xwe re hilbijêre. |
|
06.06.2013 14:15 |
endazer
|
6. 'du teyî, di qaçaxiyê de, di dema sînor derbaz dibûn de têne girtin. fermandarê qereqolê îfadeya wan distand: |
|
06.06.2013 15:26 |
endazer
|
7. yekî etar diçe zaxo barekî şekir li kerê xwe dike û berê xwe dide silopya. dema di çemê xabûr de derbas dibe baran lê dike û hemî şekirê wî dihele, liber avê diçe. pişt re teyrûk jî lê dike kerê wî li erdê dikeve, dimire. ew jî baz dide xwe tavêje şkeftekê û xwe vedişêre. piştî qasekê belediyê lêdixe, nava şkeftê mîna rojê rohnî dike. li ser vê çendê ew berê xwe dide ezmanan û holê dibeje: |
|
06.06.2013 15:56 |
endazer
|
8. Tê gotin ku sê mirovên ehmeq li derekê rûniştibûn yek di ber wan de derbas dibe û silamê dide wan. Ewan jî silama wî vedidin. Her yek ji wan îdîa dike ku ewî silam daye wî. Di nava wan de nîqaş çêdibe. Di dawiyê de dibezin diçin ba wî zelamî û jê dipirsin ku ka wî selam daye kîjanî. Ew jî dibîne ku ewan hersê jî ehmeq in, holê bersiva wan dide: Di nav we de min selam daye wî yê ku gelek ji jina xwe bitirse. Ka her sê jî bibêjin ku hûn çiqas ji jina xwe ditirsin. |
|
19.07.2013 05:07 |
endazer
|
9. Yekî ji xwe re kiribû edet ku dema yek dimir ew diçû gora wî vedikir, kifinê wî jê dikir û dibir, diçû. Ev bûyer bibû sedema nefreta xelkê. Dema ev zelam mir, kurê wî mêze kir ku vaye xelk bi neqencî behsa babê wî dikin. Ji ber vê çendê ewî biryarek holê girt: Pêwist e ew tiştek welê bike da ew tişta babê wî kirîye li ber ya wî de kêm bimîne û da îtîbara babê wî bi şûn de were. Hema dest bi cih anîna biryara xwe kir. Dema mirîyek mir ewî çû mirî ji gora wî derxist û hem kifinê ji ber xist û bir, hem jî termê wî perçe kir. Îca dema xelk bûn şahidê vê bûyerê ji hev re holê gotin: (bnr: rehmet li kefendiz) |
|
19.07.2013 05:08 |
endazer
|
10. Yekî gundî di sefera xwe de rêya wî dikeve gundekî. Dibîne ku zelamên gund hemî li ber ser cenazeyekê rawestiyane. Tête cem wan û: |
|
19.07.2013 05:28 |
endazer
|
11. Di navenda Cizîr de navên Muhemed pir in û ev nav bi kurtayî weke Hemed tê bikaranîn. |
|
19.07.2013 05:30 |
endazer
|
12. Hacî Selîmê Goral î Cizîrî ku di Cizîrê de weke Hacî Selîmê Zêringer dihate nasîn di sala l935 an de, bi malbata xwe ve koçî Şamê kiribû. |
|
19.07.2013 05:35 |
endazer
|
13. Rojekê Mîrê Botan çûbû nêçirê. Kincên gundiyan li ser bûn. Kesî nedizaniya ku ew mîr e. Di vegerê de rastî kalekî çiyayî tê: |
|
19.07.2013 05:52 |
endazer
|
14. Yekî Torî tê Cizîrê. Piştî hewceyiyên xwe pêk tîne, ji xwe re solekê dikire û dikeve ser riya malê. Lê dil nahêle ko sola xwe têxe piyê xwe. Di rê de stîrîyek di lingê wî re diçe û lingê wî kun dike. Ew dinihêre lingê xwe û dibêje : |
|
19.07.2013 06:23 |
endazer
|
15. Yekî gundî ji nûka ji leşkeriyê hatibû. Jina wî jê dipirse : |
|
19.07.2013 06:25 |
endazer
|
16. Yê koçer di koçka axê de rûniştibû û jê re çayek hatibû. Çaya xwe vedixwar. Bes wî baş dizanî ko çayeke din jê re nayê dayîn, ev çaya wî ya dawiyê ye. Hema fikrek hate serê wî. Dema qedeha çaya wî nîvîbû gote yê xizmetkar: |
|
19.07.2013 06:27 |
endazer
|
17. Kurê yekî nexweş dikeve. Ban li Şêx Ebdilqadir dike û dibêje: |
|
19.07.2013 06:28 |
endazer
|
18. kerek hebû, kundirek hebû; kerê min kundirê min koht, koht, koht... |
|
19.07.2013 09:50 |
seydayê_peyvan
|
19. Kurdekî, ji qeza Qûliyê ya bi ser Qonyayê ve ji bo îltîcayê çûye Swêdê |
|
21.07.2013 07:00 |
endazer
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |